image

PeyamaKurd – Olîmpiyadên Tokyoyê ku biryar ku sala 2020an werin lidarxistin û ji ber pandemiya koronayê hatibû paşxistin, îro bi merasîmekê dest pê kir.

Bi sedema ku hê jî belavbûna koronayê berdewam e, olîmpiyadên Tokyo ya paytexta Japonê di bin rêkarên tenduristiyê de birêve diçin û divê werzişvan rojane testên xwe yên koronayê bikin û herwiha temaşevan jî maskan bikar bînin.

Biryar hatiye dayîn ku ji bo temaşekirina olîmpiyadan hejmara temaşevanan were kêmkirin.

Di olîmpiyadên Tokyoyê de ji 205 welatan 15 hezar û 400 werzişvan beşdariyê dikin û ji wan jî 4 hezar û 400 werzişvan di lîstikên Paralimpîk de dilîzin.

Di olîmpiyadan de ji temenê 12 saliyê heta temenê 66 saliyê werzişvan cî digirin ku di hemû cûreyên lîstikan de dilîzin.