image

PeyamaKurd - Tîma futbolê ya bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê li hember Tîma Muhafeze ya Şamê bi encama 1-0 bi ser ket û derket Lîga Super a Sûriyê.

Tîma Efrînê di pêşbirka Lîga Yekem a Sûriyê de doh 4ê Gulanê li Şamê derket pêşberî tîma Muhafeze ya Şamê. Tîma Efrînê bi encama 1-0 bi ser ket û bi vê serkeftinê derbasî Lîga Super a Sûriyê bû.

Tekane gola tîma Efrînê di xuleka 89an de ji aliyê Ramî Nasir hat avêtin.

Tîma Efrînê ya futbolê piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ve, li bajarê Helebê dimîne.

Tîma Efrîn cara sêyem e ku derbasî Lîga Super a Sûriyê dibe. Berê jî di werzên 2003-2004 û 2007-2008 an de derbasî wê Lîga Super a Sûriyê bûbû.