9. Festîvala Şanoyê ya Amedê destpê dike
PeyamaKurd - Li Amedê starta 9. Festîvala Şanoyê tê dayîn. 9. Festîvala Şanoyê ya Amedê wê bi beşdariya gellek komên şanoyê yên Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bê lidarxistin.
Şanoya Bajêr a Amedê 9emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê li dar dixe.
Slogana îsal a festîvalê “Bi HEBÛNa xwe, bi XWEBÛNa xwe” ye.
Festîval, dê sibe (18ê Nîsanê) dest pê bike û heta 27ê mehê berdewam bike.
Lîstîkên festîvalê dê li Navenda Kongreyê ya ÇandAmed û Eywana Şanoya Bajêr a Amedê û ÇandMayê bên lîstîn.
Komên şanoyê yên bajarên Kerkûk û Dihokê yên Başûrê Kurdistanê û komên şanoyê yên Urmiye û Seqizê yên Rojhilatê Kurdistanê jî dê derkevin ser dikê.
Herwiha komên şanoyên yên bajarên bakurê welêt û bajarên Tirkiyeyê jî beşdarî festîvalê bibin.
Di festîvala ku wê 19 leyztik bên leyztin de zimanê 14 leyztikan Kurdî û yê 5 leyztikan jî Tirkî ye.
Komên beşdarî festîvalê dibin û leyztikên wan ev in:
Şermola Performans - Buka Lekî
BGST - Afet İle Dina
Koma Hawar - Salma
Duhok - Derwêş yan Gudû
Urmiye - Efsaneya Hespên Azad
Koma Rîtûel - Habîl û Kabîl
Koma Ronya-Seqiz - Odip
ŞanoAr - Kral û Travîs
Teatra Ba - Çînûr
Dubare Kumpanya - Zîd û Han
Şanoya Bajêr a Amedê - Mirina Jeanne D’arce ya din
Teatroger - Ceyran
Şanoya Bajêr a Amedê (Dimilkî) - Strip-Tease
Fiziksel Tiyatro Araştirmalari - Kalabalik Tiyatrosu
Tiyatro Proje No2 - Bernarda
Şaneşîn Performans - İnfaz
Golge Tiyatro Toplulugu - Otopsi
Yolcu Tiyatro - Gomidas