Di cejnê de zêdetirî 200 hezar kesan serdana Kurdistanê kir

Di cejnê de zêdetirî 200 hezar kesan serdana Kurdistanê kir

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku di heyama betlaneya Cejna Remezanê de zêdetirî 200 hezar geştiyaran serdana deverên geştê yên Herêma Kurdistanê kirin.

Rêveberê Ragihandin û Pêwendiyan di Desteya Geştûguzariya Herêma Kurdistanê de Îbrahîm Ebdulmecîd ji fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihandiye: “Di rojên cejna Remezanê de ji 8ê Nîsanê heta 13ê Nîsana 2024an, zêdetirî 200 hezar geştiyaran serdana Herêma Kurdistanê kirine.”

Îbrahîm Ebdulmecîd got: “Geştiyar gelek ji wan yên naverast û jêra Iraq û Tirkiye û Îran û welatên din hatine, herwiha hejmareke zêde ya geştiyaran navxweyî yên Herêma Kurdistanê ne ku hejmara wan digihîje 150 hezar kesan, serdana seyrangeh û navçeyên geştiyariyê kirine.”

Li gorî amarên desteya geştûguzariyê, di sala 2023yan de 3 hezar û 100 cih hebûn ku xizmeta geştiyariyê pêşkêş dikin ku tê de binkeyên geştiyariyê, hotel, restorant, motel, kafeterya, salona şahiyan û cihên geştiyariyê yên din hene.

Herwiha li Herêma Kurdistanê hezar û 75 cihên mayîna geştiyaran hene. 625 hotel, 370 motel û 80 gundên geştiyariyê. Nêzîkî 800 restorant û kafeteryayên geştiyariyê û bi sedan keprên geştiyariyê li navçeyên geştiyariyê hene.

Di nav çar mehên 2024an de, zêdetirî  mîlyonek û 700 hezar geştiyaran serdana Herêma Kurdistanê kirine.