Girtina rojê ya salê wê di 8ê Nîsanê de be

Girtina rojê ya salê wê di 8ê Nîsanê de be

PeyamaKurd – Girtina rojê ya bi temamî wê di 8ê Nîsanê de li Amerîkayê bê dîtin wê li 13 eyaletên Amerîkayê û bi sedan bajêr û jîngehên biçûk karibin temaşa girtina rojê bikin.

Li hinek herêmên Meksîka, Amerîka û Kanada xelk bende ye ku girtina rojê bê da temaşe bikin. Girtina rojê wê bi firehiya 186 km.yan be û temaşevan dîmenên bêhempa temaşe bikin.

Girtina rojê di wexta ku heyv dikeve navbera rojê û dinyayê de dibe û ji niha de xelk diçe herêmên ku girtina rojê lê bê dîtin. Rezervasyonên ku ciyê li wan girtina rojê bên dîtin, ji niha de gihaye %90an.

Di nava ciyên ku xelk karibe temaşa girtina rojê bi zelalî bibîne de bajarên weka Dallas, Idabel, Littler Rock, Poplar Bluff, Paducah, Carbondale, Evansville, Cleveland, Erie, Buffalo, Burlington, Lancaster û Caribou hene.

Hat ragihandin ku girtina rojê li hinek deveran bi saniyan sînordare û li deverên din wê ji 4 deqeyan zêdetir be.