Fîlma Netflixê a '3 Body Problem': Rola sereke ya şervana Kurd bû rojev

Fîlma Netflixê a '3 Body Problem': Rola sereke ya şervana Kurd bû rojev

PeyamaKurd - Rêzafîlma '3 Body Problem' a Netflixê ku yek ji sê karakterên sereke ku hewl didin cîhanê rizgar bikin şervaneka Kurd e li Kurdistan û Tirkiyeyê bû rojev.

Li ser medyaya civakî hesabên nijadperest ên Tirk li hember vê fîlma Netflixê hêrişkariyan dikin û ji aliyê din ve hesabên Kurd jî li dijî vê helwesta nijadperestî bertekan nîşan didin.

Di rêzefîlma ku lîstikvanê navdar ê Amerîkayî Brad Pitt yek ji çêkerê fîlm e de 3 kesên ku yek ji wan şervaneka Kurd e, li dijî fezayiyan hewl didin cîhanê rizgar bikin.

Platforma sînema û rêzefîlman a dijîtal Netflixê di beşa 8an a sezona yekem a rêzefîlma bi navê “3 Body Problem”ê de behsa civîneke taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li ser parastina cîhanê ya ji fezayiyan dike.

Di civînê de 3 kes wekî rizgarker û parazvanên cîhanê ji fezayiyan hatine hilbijartin ku wekî "Wallfacer" hatine binavkirin. 

Li gorî rêzefîlmê yek ji wan kesên hatiye hilbijartin endama Yekîneya Parastina Jinê (YPJ) şervana Kurd Leyla Ariç e ku li Reqayê beşdarî şerê DAIŞê bûye.

Rola "Leyla Ariç"ê ya rêzefîlmê ji aliyê Salem Murphyê ve hatiye lîstin ku cilên leşkerî yên YPJyê li xwe kirine.

Di civîna Neteweyên Yekbûyî de ji bo Leyla Ariçê tê gotin:

”Xanim Ariç bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞê ya li Reqayê navdar bû” û ew di gelek şeran de bi ser ketiye.

Wekî din, li gorî agahiyên li ser Netflixê keseke bi navê Leyla Ariçê wekî "qehremaneke şer a Kurdan" hatiye binavkirin.

Rêzefilm di nava mehekê de li seranserê cihanê bû yek ji filmên herî zêde tên temaşekirin ên Netflixê.

Senarîst û nivîskarên weke David Benioff, D. B. Weiss û Alexander Woo rêzefîlm ji romana nivîskarê Çînî Liu Cixin a bi navê 3 Body Problemê adapte kiriye.

Rêzefîlmê 21ê Adarê dest bi weşanê kir.